Wey Dınyaye

3 views

Lyrics

Wey dinyayê tu bêbext î
 Te zalim anîn ser textî
 Me roj nedî ti car û wextî
 Para me ma tim bindestî
 Wey dinyayê, Wey dinyayê
 Derd lêketê, ar pêketê
 Me ked da te gelek salan
 Te em xistin paşila guran
 Bi guran re kirin bira
 Lê wan em xwarin gelek caran
 Wey dinyayê, Wey dinyayê
 Derd lêketê, ar pêketê
 Me got bira tu bi xêr hatî
 Gur fem nekir ji biratî
 Dev vekirî, diran sûtî
 Binêr çawa kir biratî
 Wey dinyayê, Wey dinyayê
 Derd lêketê, ar pêketê
 

Audio Features

Song Details

Duration
05:47
Key
4
Tempo
124 BPM

Share

More Songs by Diyar

Similar Songs