Car Caran

1 views

Lyrics

Car caran ji bo xweda ketin kerbela
 Car cara ji bo însan ketin çarmixa îsa
 Yek caran hember dehaq bûn hesinkar kawa
 îro li ser zagrosan bûn mîhraca insan
 Roja şahmerdanim çar alîyê kurdistan
 Destpêk welatê xwe jîn bikin hemû cîhan
 Bûn şefeqa insan ber erd û ezman da
 Em şêr elîşêrin sêwas û dêrsim da
 Neqşa ewlîyanan ser erdê kurdan da
 Em soz û peymanin îqrara merdan da
 Car caran zerdeştim yekem min dît xweda
 Pir caran em darxistin barbarê romiyan
 Em bûn şêx bedreddîn û halacê mansûr
 îro li ser cudî da bûn murşîdê insan
 şehîd in serwer in çar aliyê kurdistan
 Tîr in em tîrêj in ronîkin hemû cîhan
 Em bûn spartakus ne yek bi hezaran
 Ref û ref belav bûn çar parçê kurdistan
 Em tevgerin tevger tev qazî muhemmed
 Em bûne perspektîf şoreşa insan da
 Ezim kurdistanim dêrsim û botanim
 Serhed û behdînan amed û berzanim
 Munzor û dicleme xabûr û firatim
 îro li ser ararat galîleyê insanim
 Ji mirinan derxistim yekî jiyan da min
 Her bijî bi hezaran serokê gelê min
 Bûn che guevara sedan bi hezaran
 şêr û teyrên bazin şervanên kurdistan
 çêbûne bi agiran jîn bûn bi şehîdan
 Rakirin ala sor danîn li textê cîhan
 

Audio Features

Song Details

Duration
05:46
Key
8
Tempo
82 BPM

Share

More Songs by Cömert

Similar Songs