Evdale Zeyne
3
views
Lyrics
Evdalê Zeynê dibê Temo Quling tê lo diqêrîne Wele deşt û zozan tev datîne Xwedanê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê Bavê Temo, Siwarê Cindî bigire Li welatê şaristana ser textoran bigerîne Belkî dermanê Evdalê Zeynê, Bavê Temo Ay Siwarê Cindî dîsa ji xwe re bibîne Were tew dinyayê ax tew kaliyê Ax Temo lawo mirin çêtir e, lo ji feqîriyê Evdalê Zeynê dibê Temo lawo quling tê, lo ji zozana Wele berê xwe dane Beriya xwarî di gemiyana Dibê hêlînê xwe çêkirine Li ser darê ax kizwana . Ax tew dinyayê, ax tew kaliyê Ax Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê Evdalê Zeynê dibê Temo lawo quling tê lo Qulingî şeş e Wele per û baskê wan bi nexş e Xwedanê xêra tunîne Bi çepilê Evdalê Zeynê Bavê Temo Siwarê Cindî bigire Erê bavê ser Textorê Hebeş e Textorê Hebeş digo Temo lawo Bavê te ne kori ye, ava reş e Were tew dinyayê ax tew koriyê Ax Temo lawo koranî ne tiştek e Bila Xwedê li milê kurebavan Tucar nika nike Evdalê Zeynê digo Temo lawo Wele bes e, dinyaya boş e, pûç e Ji Evdalê Zeynê aşiqê kurdan re nayê rayê Evdal digot Temo lawo Çiqas xweş e lo ro li dinyayê Evdal digot Temo lawo ez Evdalê Zeynê me Şalûlê avê, bilbilê di şevê me Ezê dengbêjê oda Mihemed Begê me Bi Xwedê li dîwanên mîran û hakiman Lawo ez mêrekî çê me De sala par vî çaxî Ez di nava civat û cakiyan de rûniştî bûm De sala îsal bayê felekê li min dabû Her du çavên min xera bûne Lawo ketime ser gopala Digerim li devrana dinê 9- Hey Babikê Hey babikê hey babikê hey babikê Bi Xwedê ez û te tenê lo Heyla babikê heyla canika delalî Ji mala babê min filitî Hay li min hay sebrê Ezê çi bikim gundî malî Der û cînar û xelk û alem Dev ji kar û emelê xwe berdane Ji xwe re dixebitîn Hekî şerma bab û birakên min nebûna Minê porê serê xwe biqûsanda Ezê bi canê mala xwe re bixebitiyama De heyla çavên reş û belek Were lê tim bela ne Îro serê çendik û çend raja ne Ezê çi bikim kul û mexsedê Dinyalikê bi şev û bi roja ne Bila paşî xelkê emrê minê bi qurbana te be Li welatê xerîbê Wele dîsa ne poşman im Were hay berxê wele tu sebeb
Audio Features
Song Details
- Duration
- 03:54
- Key
- 2
- Tempo
- 112 BPM