Ez Kurdistan İm - Digel Zozan Zudem

3 views

Lyrics

Ez ax im, ez av im, ez bahoz im, ez agir im
 Zivistan im, payîz im, ez bihar im, ez havîn im
 Mahabat im, Qamişlo, Hewlêr û Amed im
 Ez bakûr im, başûr im, rojava û rojhilat im
 Ez axa zîv û zêr im, petrol im, ez dewlemend im
 Şînahî me, ez kulîlk im, kesk û sor û zer im
 Xwezayê bedew im, Ararat û Zagros im
 Ez Serhed û Behdînan, Dersîm û Botan im
 Kaniya jînê me, gola ûrmiyê û Wan im
 Ez Avaşîn û Mûnzûr, Dicle û Firat im
 Ez Nemrûd im heskîf im, ez Mem û Zîn im
 Ji bo mirovahiyê ser çiyayê Cûdî lîmal im
 Rojê dertînim, newroz im, Kaw'a hesinkar im
 Ez Zerdeşt im, Silhedîn im, ez pîr Sûltan im
 Neviyê Sumeyra, keça Med im, ez dîrok im, ez gel im, ez ax im
 Ez Kudistan im!
 Ez Kudistan im bûka cihan im
 
 Cihê mêrahî şerê giran im
 
 Kaniya jînê, warê hebûnê
 Li hêviya we me rojê dertînim
 Ez Kudistan im bûka cihan im
 Cihê mêrahî şerê giran im
 Kaniya jînê, warê hebûnê
 Li hêviya we me rojê dertînim
 Ez tîrêj im, ez pel im, ez berf û baran im
 Ez teyrêbaz im azmanê me, ez bayê zozan im
 Ez barê giran im, kul û birînê hezar salan im
 Ez xwîna axa sor im zext û zilmê re qurban im
 Ez hêsîr im, bindest im, ez girtiyê zindan im
 Leşkerê rojê me, xwe diparêzim, ez berxwedan im
 Hêvîdar im, siba serxwebûn im, siba rizgar im
 Ez welat im, netew im, dilê rojhilata navîn im
 Ez zarok im û dayîk im, gazî me û şehîd im
 Dayika Agît, Heyrî û Mazlûm û Kemal Pîr im
 Qehraman im, Bêrîtan im, Zîlan im ez Bêrîvan im
 Destê xwe radikim û serê xwe dihejînim
 Dayika Mele Mistefa, Şêx Seîd û Bedirxan im
 Bîst û neh caran serî rakirime,
 Ez serhildan im, tekoşîn im şerê giran im
 Ez bawer im û armanc im, ez hêviya azad im
 Ez Kudistan im!
 Ez Kudistan im bûka cihan im
 Cihê mêrahî şerê giran im
 Kaniya jînê, warê hebûnê
 Li hêviya we me rojê dertînim
 Ez Kudistan im bûka cihan im
 Cihê mêrahî şerê giran im
 Kaniya jînê, warê hebûnê
 Li hêviya we me rojê dertînim
 

Audio Features

Song Details

Duration
03:59
Key
7
Tempo
98 BPM

Share

More Songs by Serhado

Similar Songs