Ciran

3 views

Lyrics

Erê cîranê cîranê
 Te bê sozê, bê îmanê
 Ka ew soza li eywanê
 Erê cîran bextê te me
 Cîran tê û tê ji Mêrdînê
 Cohtê memka dihejîne
 Ew kî kore cîran navê
 Erê cîran bextê te me
 Bextê te û yê bavê te me
 Pişta derî li hêviya te me
 Rastî bêje te kî divê
 Erê cîran bextê te me
 ♪
 Bejna te ji dara behîvê
 Şewqa te wek ya heyvê
 Cerg û dilê min heliyê
 Erê cîran bextê te me
 Bextê te û yê diya te me
 Ev pênç sale li benda te me
 Cohtê memkê te hewce me
 Erê cîran bextê te me
 Erê cîranê cîranê
 Te bê sozê, bê îmanê
 Ka ew soza li eywanê
 Erê cîran bextê te me
 

Audio Features

Song Details

Duration
04:12
Tempo
160 BPM

Share

More Songs by Simar

Similar Songs