Delalê

3 views

Lyrics

Li kolanê bajarê Ewropa
 Li keça Kurd rast hatim
 Bê xwedî digeriya
 Bi dil germê pêrgî min hat
 Xûya bû li çara serê xwe digeriya
 Min go delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Çi digerî
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Çi digerî
 ♪
 Go lo lo birao
 Em bi ber zilma bayê reş ketim
 Îro bi welatê dûriyê ve derketin
 Hîn weke min bi hezara hene
 Bêkar û sermîyan
 Li welatê xerîbiyê şermeze ketin
 Min go delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Ma ez kanî çi bikim
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Ez jî nizanim çi bikim
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Ka bêje ez çi bikim
 ♪
 Dîsa go lo lo keko
 Belê heq negotine
 Welatê mirova şêrîntir e
 Ger hindikek azadî hebûya
 Birçîbûna welatê me
 Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e
 Min go delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Belê tu rast dibêjî
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Welatê me rûmeta me ye
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Ka em welatê xwe şên bikin
 Delalê delalê
 Şêrînê hevalê
 Bê xwedî bê malê
 Welat azadî ye
 

Audio Features

Song Details

Duration
04:41
Key
2
Tempo
141 BPM

Share

More Songs by Sivan Perwer

Similar Songs