Buke Delale

3 views

Lyrics

Lê lê bûkê lê rindikê lê lê gewrê rabe rabe
 Çava kilke xwe li bake şêrîn bûkê
 Dilê bûkê tike tike xema neke zava pake
 Lezke lezke, haydê lezke lê lê bûkê narîn bûkê
 Bûkê delalê raber xwe karker
 Xemla xwe girêde li bejna xwe dake
 Şûşa miskê bi serê xwe dake
 Zava şêrîne li xortekî pake
 Bûkê delalê raber xwe karker
 Xemla xwe girêde li bejna xwe dake
 Şûşa miskê bi serê xwe dake
 Zava şêrîne li xortekî pake
 Ev çi bûke ke çelenge xêlya bûkê reng û renge
 Def û zirne girme girme çima ji we naye denge
 Werin bigirin vê govendê bigerînin li nava gundê
 Bûkê derxînin derenge bêhna zava gelek tenge
 Bûkê delalê bûka Kurda yî
 Wek şemamo ka li nava werza yî
 Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî
 Tu ezîza ber dilê zava yî
 Bûkê delalê bûka Kurda yî
 Wek şemamo ka li nava werza yî
 Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî
 Tu ezîza ber dilê zava yî
 Dawet xelas, cil û palas herkes çû mal ref bi refe
 Bû ditirse û dilerize dilê bûkê tike tike
 Zava dîne, bê îmane bûk delale, pir şermoke
 Mal ava kirin bi kedê sed pîroz û mibarek be
 Bûkê delalê tu xwe negirîne
 Hêstirê çavên xwe bes nebarîne
 Dilê dayika xwe lê tu ne êşînî
 Zava ciwane lê pir xwîn şêrîne
 Bûkê delalê tu xwe negirîne
 Hêstirê çavên xwe bes nebarîne
 Dilê dayika xwe lê tu ne êşînî
 Zava ciwane lê pir xwîn şêrîne
 

Audio Features

Song Details

Duration
04:46
Key
1
Tempo
128 BPM

Share

More Songs by Xelil Xemgin

Similar Songs