Nare

3 views

Lyrics

Wa narê lê Narînê lê lê yarê lê narînê Narê
 Bandikim tu li kuy e çima nayê wa narînê lê lê yarê
 Tenê me bê te nabe, sebram nayê lê narînê lê lê yarê
 Îroji malê derketim
 Bi pey şopa Narê ketim
 Kolan kolan ez geriyam
 Westiyam ji hêl da ketim
 Min li derî da, ne li malê bû
 Ne li banî ne li xwarê bû
 Li bin siya darê bû
 Ne li cîranan ne li Tarê bû
 Min têr kişand derdê Narê
 Mam li benda te êvarê
 Derî vebû Narê dihatê
 Lê nehat cem min vê carê
 Min dî Narê derî vekir
 Burhek danî û yek rakir
 Destê nazik giran hilda
 Bi çav û dil min silav kir
 Ne ez bûm ê westiyayî
 Ne Narê bû a nexuyayî
 Dema Narê ji min pirsî
 Çima îro ji bîr mayî?
 Weke îro me hev dîbû
 Me têr li hevdû nêrîbû
 Soz her sal em bên vir
 Narê çû bû, min nedîbû
 

Audio Features

Song Details

Duration
03:56
Key
7
Tempo
102 BPM

Share

More Songs by Xero Abbas

Similar Songs