Serpehatiya Nisran

3 views

Lyrics

Roj diçû ava
 Dikişand tirejên xweyî zêrîn
 Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan
 Car carna radiwesta li pişt xwe dimeyzand
 Hêdî hêdî xwe diveşart û dikete bextê girê tirban
 Go were şevê tarîke ji xwere erd û çol û ezman
 Mi go şevê tarîke ji xwere erd û çol û ezman
 Min jî da rê ji dugirê
 Min berê xwe dida
 Nisran nisran
 Şevê bandikir min
 Go ho tu min nabê mêhvan
 Şev dikenî dirahişte heyvê û çend sitêrka bi sênga xweve daleqand
 Digo nexwe gelek xeman
 Piştî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran
 Lê min dixwest ji şevê bi pirsim
 Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran
 Kete navbera min û şevê de
 Ewrina Reş û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran
 Min bandikir şevê
 Şevê, şevê, şevê
 Şevê, şevê, şevê-ê-ê-ê êy şeva min
 Hey lê bavo bavo
 Wey wey esiro bavo esiro bavo
 Ho lo bavo lo bavo hoy hoyi
 

Audio Features

Song Details

Duration
05:55
Tempo
70 BPM

Share

More Songs by Xero Abbas

Similar Songs